Rojên borî Mesrur Barzanî rojên borî, bêyî lêkolîn û lêpirsîn, biryar da firin û simunxane, li şûna 8 nanan, 10 nanan bi hezar dînaran bifiroşin.
Piştî vê xwediyên firinan nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ev biryar ziyanê digihîne xwediyên firinan.
Nûnerê Firinên Hewlêrê Hejar Behram kir îro 610 firinên nan ên Hewlêrê ji ber biryara Mesrur Barzanî karê xwe sekinandine.
Hejar Behram di daxuyaniyek bo Rojnews de got: Ev biryara Mesrur Barzani ne di berjewendiya me de ye. Xerciya çêkirina nan ji ya simunan zêdetire. Ar zêdetir tê bikaranîn li gor simûnan. Her wiha heqdestê hosta û karkerên firina çêkirina nan ji ya simûnan zêdetir e.”
Hejar Behram got: Me qeymeqamiya Hewlêrê ji van sedeman agahdar kiriye. Eger alîkariya me nekin, vaye 610 firin emê nikaribin bi vî rengî karê xwe berdewam bikin. Ji ber ku ziyanek mezin digihê me.”