Hevdîtina Serokê DYE’yê Joe Biden û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin a li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Serokê DYE’yê Joe Biden û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin li bajarê Cenevre yê Swîsreyê li hev rûniştin. Ev hevdîtin bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên koçberan û gelek siyasetmedarên Swîsreyî tevlî çalakiyê bûn. Çalakgeran li dijî polîtîkayên şer ên hêzên emperyalîst ji bo gelan xwestin ku bingeha aştiyê bê afirandin û li dijî krîza avhewayê ya global jî daxwaz edaleta avhewayê kirin.
Kurdistaniyên li Cenevreyê jî bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê tevlî çalakiyê bûn.
Di daxuyaniyê de ya bi navê Kurdistaniyan hate kirin, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê ji bo rawestandina qirkeriyê bang hate kirin.
Qisekeran her wiha bi bîr xistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi destê hêzên emperyalîst dîl hatiye girtin û gotin, “Divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û tavilê azad bibe.”