HDP û Partiya Çep a Kesk a Mersînê, li ser êrîşa li dijî parlamenter Omer Ocalan, li Parka Zarokên Azad daxuyaniyek dan.

Hevserokê HDP’a Mersînê Hoşyar Sariyildiz axivî û destnîşan kir ku ev êrîş, bi armanca qelskirina dînamîka mixelefetê û bêdengkirina gel têne kirin û got; Em serê xwe natewînîn û em ê hesabê vê zilmê bipirsin

Sariyildiz, bang li Serokê Parlamentoya Tirk kir ku li dijî êrîşa li ser Omer Ocalan helwestê nîşan bide û got; Eger serokê parlamentoyê, dest bi lêpirsînekê neke, wê werê wateya ku ew jî hevkarê sûcên cendirmeyan e. Em ê giliyê kesên sûc kirine bikin. Bi behaneya “aklê wan ne temam e” kesên êrîşî partiya me dikin berdidin. Em baş dizanin ku kî ev kes, bi fermana hinek kes û derdoran êrîşan dikin. Em ê hesa bipirsin

Piştî axaftina Sariyildiz, banga tekoşîna hevpar kir.

Girse jî, bi diruşmeyan êrîşên li ser Parlamenter Omer Ocalan û li ser HDPê şermezar kirin-