Koordînasyona Êzidyan ragihand ku ti binahe û hêceteke nabe ku ev êriş bên kirin û got:
Êriş ji ber ecziyet û binketina dewleta Tirk a li hemberî gerîla ye.
Hemû dinya alem bi vê yekê dizane.
Ji bo ser binketina xwe bigre êrişî Şoreşa Rojava dike.
Êrişî wî gelî dike ku wextê li hemberî çeteyên barbar ên DAIŞ’ê şer kiriye û bi ser ketiye.
Ev gelê hanê wextê cîhan ji DAIŞ’ê parast.
Lazim e cîhan jî li dijî van êrişan dawî li bêdengiya xwe bîne û xwedan helwest be.