Li welatê Baltik Balerûsê ya bi nifûsa 19 milyonî 9’ê Tebaxê Yekşemê hilbijartina serokdewletiyê wê çêbibe. Serokkomar Alkesandr Lukaşenko yê ku ji 1994’an ve li ser desthilatê ye dixwaze cara şeşan jî bibe serokkomar. Lê Lukaşenko ku di dîroka nêz a Ewropayê de yek ji wan kesan e ku demeke dirêj li desthilatê ye, pêvajoya herî giran a jiyana xwe dijî.
Tê diyarkirin ji aliyekî ve li gel krîzên giran ên aborî, ji ber nezîkatiya li hêla koronayê jî muxalefeteke cidî li dijî Lukaşenko heye. Lukaşşenko ku ev 26 sal in bi ‘kulma hesinî’ welêt rê ve dibe, Hezîrana bihurî çare di destgîrkirina yek ji navê li pêş ê muxalefetê Vîktor Babarîko de dîtibû.
Li gel Babarîko di hilbijartinê de ya roja Yekşemê li dijî Lukaşenko sê jin jî namzet in. Swetlana Tîhanovskaya, Walerî Zekpkalo û Marîa Kolesnîkowa ku namzetiya xwe ragihandin û kampanyaya xwe ya hilbijartinê kirin, bi rengê, ”Em li dijî Dîktator Lukaşenko natirsin” daxuyaniyeke hevpar dan.
Çavdêrên siyasî yên li welêt dibêjin Swetlana Tîkhanovskaya wê girseyeke mezin a hilbijêr li dora xwe kom bike, her wha Walerî Zepkao û Swetlana Tîkhanovskaya jî li şûna hevserên xwe yên girtî bûne namzet. Marîa Kolesnîkowa jî bi temsîla benqedarê berê yê li girtîgeha Vîktor Babarîko bû namzet.