Kurdistaniyên li payîtexta Elmanya Berlînê, nerazîbûn nîşanî tecrîda Îmraliyê dan û gotin: Êdî gotin qediya ye, divê çalekiyên mezintir û encamgir bêne kirin.

Mûsa Korkut, diyar kir ku ew ji Elihê ye û got; Dijmin bi armanca qutkirina têkiliyên Rêber Apo bi gel re tecrîd giran kiriye û nêzî 3 salin tu agahî jê nayê girtin. Êdî gotin qediya ye, dem dema çalekiyên mezin e.

Engîn Ulugan jî wiha got: Tecrîd suc e û dewleta Tirk li ber çavên cîhanê vî sucî dike. Divê gelê kurd bi xwe bikevê nava heldanan û tecrîdê bişikîne. Dewleta Tirk, ne ji aliyê exlaqî ne, ne ji aliyê hiquqî ve rêzê ji gelê Kurd re nagire. Divê gelê Kurd, pirsa, ji bo şikandina tecrîdê divê em çi bikin, ji xwe bike. Lazime herkes zanibe ku tecrîd tenê bi berxwedanê dikare bê şikandin. Ji bo vê jî, divê Kurd bi taybetî Kurdistaniyên li derveyî welat çalekiyên mezin bikin.

Zafer Xarpet jî vê nirxandinê kir:

Dewleta Tirk suc dike, lê dewletên din jî çavên xwe ji tecrîdê re digirin. Divê, Kurdên li Ewropa çalekiyan bikin û her roj, li her qada jiyanê çalekiyên encam gir bikin. Dewama tecrîda li ser Rêbertî şerma gelê Kurd e, divê tecrîd were şikandin.