Li Dîlokê avêtin ser rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyan û gelek kes destîrkirin.
Li navçeyên Şahînbey û Şehîtkamîl ên Dîlokê operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin.
Di operasyonan de Hevserokê HDP’ê yê Dîlokê Muslum Kiliç, Hevserokê Navçeya Şahînbeyê Mehmet Ozkan û rêveberên HDP’ê Mûstafa Tûnç û Hatîce Kuçuker jî di nav de herî kêm 52 kes hatin destgîrkirin.
Piştre avêtin ser avahiyên HDP’ê yên Dîlokê û navçeyên Şahînbey û Şehîtkamîlê.