Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê bi tevlêbûna hejmarek helbestvan, şevbuhêreke helbestan li dar xist
HESEKÊ
Şevbuhêrk li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê hate lidarxistin. Hejmarek helbestvan û rewşenbîr beşdarî şerbuhêrkê bûn.
Bi navê Yekîtiya Rewşenbîran Emel Hemo axaftina destpêkê ya şevbuhêrkê vekir û girîngiya çand û hunerê di parastina kevneeşopiya pêkhateyan de destnîşan kir.
Helbestvan Anahîta Sîno, Hozan Kor Gund, Can Hadî, Fatme Resûl, Mihmûd Derwîş, Mihemd Beşîr Umer Şêxmûs, Ehmed Fewzî û Remziyê Remedan helbest bi Erebî û Kurdî xwendin.
Helbest li welêt û şoreşa Rojava û Bakur Sûriyeyê bûn.
Di dawiya şevbuhêrkê de koma Kîkan a girêdayê navenda çand û hunerê ya Dirbêsiyê stranên filklorî xwendin.
(dh)
ANHA