Bûyer li febrîqeya Prîme Pak Foodsê qewimî ku li navçeya Hall Coûnty a eyaleta Georgîayê ye. Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber jiberçûna gazê herî kêm 6 kes mirin.

Ji ber ku jiberçûna vê gaza kîmyewî nebû sedema teqînekê, hejmara qurbaniyan zêde nebû. Herî kêm 9 kesên ku di bûyerê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li derdorê.

Bûyer li gorî dema herêmê saet di 10:00 de qewimî. Ji kesên ku rakirin nexweşxaneyê rewşa 3 kesan krîtîk e.