Di dawiya meha Îlonê de bahoza Ianê li başûrê rojhilatê welat da. Di 10’ê Cotmehê de rayedarên herêmî daxuyanî dan û diyar kirin 107 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî Tipa Edlî li eyaleta Florîdayê 102 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin 5 kesan jî li Karolînaya Bakur jiyana xwe ji dest dane. Li gorî çapemeniya DYE jî bîlanço girantir e.

Bahoza Ianê ji serê sedsalê ve wekî bahoza herî giran a li DYE tê pênasekirin. Li gorî rayedaran ji bo avakirina herêmên peravê yên Florîdayê herî kêm 50 milyar dolar û xebateke bi mehane hewce dike.

Di sala 2005’an de li eyaleta Lûîsîanayê di bahoza Katrînayê jî de jî 1800 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.