Li gorî daxuyaniyên rayedarên xwecihî, li eyaleta Tennesseeyê 7 kes, li eyaletên başûr Arkansas, Mîssîssîppî û Alabama, li eyaletên navîn rojhilat Îndîana û Îllînoîsê jî 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bahozê bandoreke giran li eyaleta paytexta eyaleta Arkansasê Lîttle Rockê kir. Li vî bajarî gelek wesayit wergeriyan, dar ketin, dîrekên elektrîkê ketin û gelek xanî xera bû. Li vê eyaletê, li gorî walîtiyê herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Şaredara bajarê Wynneyê Jennîver Hobbs ji televîzyona CNN’ê re axivî û ji bo bajêr got, “Ji rohilat ber bi rojava ve xisareke giran lê bû û bû du parçe.”
Li eyaletên Ohîo, Pennsylvanîa, Tennessee, Kentûcky û Vîrgîna ya Rojava roja Şemiyê zêdeyî 650 hezar xanî bê elektrîk man.