Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê ragihand ku ew ê di navbera 17-18’ê mijdarê de bi çalakiya greva birçîbûnê piştevaniyê bidin Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven.  

Piştevaniya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven pêl bi pêl mezin dibe. Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Edeneyê ragihand ku ji bo piştevaniya Guven dê di 17-18’ê mijdarê de çalakiya geva birçîbûnê pêk bînin. Çalakî dê li avahiya HDP’a Edeneyê pêk bê. Wê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun jî beşdarî çalakiyê bibe. Rêxistina HDP’a Edeneyê banga beşdariya çalakiyê li hemû saziyên demokratîk û welatiyan kir ku piştevaniyê bidin çalakiya wan.