Sêşemê bi dema herêmî saet di 21:17’an de bi dijwariya 6.5 pileyî li nêzî bajarê Jorm ê li bakur û rojhilatê Efganistanê erd hejiya. Ev bajar li ser sînorê Pakistan û Tacîkistanê ye. Li gorî enstîtuya sîsmolojiyê ya Emerîkayê USGS erdhej bi 187 kîlometreyî li binê erdê qewimî.

Li gorî rayedaran li Efganistanê 3 kes mirin, 44 kes jî birîndar bûn. Tê gotin, bîlanço dibe ku giran bibe. Li vî welatê xizan, li herêmên bejahî xetên telefon û înternetê jî qut bûne.

Li Efganistanê di 22’ê Hezîrana 2022’an de bi dijwariya 5.9 pileyî erd hejiya bû û di encamê de zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn, bi deh hezaran kes jî ji cih û warê xwe bûbûn.

Rayedarên eyaleta Hayber Pahtûhva ya Pakistanê diyar kirin ku di erdhejê de 2 jin, 2 zarok bi giştî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.