Berdevkê hikûmeta eyaletê ya Belhê Mûnîr Ferhad ragihand li navçeya Şortepeyê berê sibehê 200 şervanên bi motosîklêtê bi ser qereqola polîsan de girtine.

Li gorî rayedarê xwecih demekê şer çêbû. Di encama şer de 11 polîs hatin kuştin. Berdevkê hikûmetê got ji Talîbanan jî gelek kes hatin kuştin, Talîbanan 13 polîs hêsîr girtine û dane ber êgir.