Li bajarê Çarikarê doh bi şev lehî rabû. Li gorî hikumeta Efgan herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Di bûyerê de 20 kes jî birîndar bûn, zêdeyî 30 xanî hilweşiyan. Wezareta Rewşa Lezgîn ragihand ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane gelek zarok hene.

Beriya hefteyekê li wîlayeta Nangarharê jî ji ber leheniyê herî kêm 15 zarok û jinekê jiyana xwe ji dest dabûn.