Parzêgeha Bamyan weke herêma herî xeternak a Efganistanê tê nirxandin.

Di daxuyaniya berdevkên Wezîrê Karên Derve Tarik Aryan de hate gotin: “Di seat 16:45’an de teqemeniyên li bazarê hatibûn bicihkirin teqiyan, 13 sivîlan û memûrek ê trafîkê jiyana xwe ji dest da û 45 kes birîndar bûne.”

Midurê Emniyeta Bamyanê Zabardast Safî jî ev bîlanço piştrast kir û diyar kir hemû birîndar sivîlin.