Enstîtuya Lêkolînên Tendirustî û Medîkal a Neteweyî ya Fransayê (Înserm) got ku, “Ji ber têkiliya wan a bi rêya hewayê koronavîrus dikare li Misir, Cezayîr û Efrîkaya Başûr belav bibe.” Encamên vê lêkolîna ku gelek zanîngeh û enstîtu tevlê bûne di kovara Lancetê de hate belavkirin.
Li gorî lêkolînan li van sê welatan rîska belavbûna koronavîrusê heye.
HEJMARA MIRIYAN 2 HEZAR DERBAS KIR
Koronavîrusa bi navê Covîd-19 di meha Kanûnê de li bajarê Wûhanê ya Çînê derket holê. Di 19’ê Sibatê de li wîlayeta Hûbeîyê 108 kes mirin. Li Çînê hejmara miriyan bûye 2 hezar û 29 û vîrus li 74 kesan geriyaye. Li derveyî Çînê li 30 welatan jî 900 nexweş hatin tespîtkirin.