Roja Înê ji seat 13:00’an ve li Efrîkayê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketîn gehişte 100 hezar û 2 kesan.

Lê belê tê dîtin ku ev hejmar ji rastiyê gelek kêmtire. Ji ber ku li piraniya welatê Efrîka testa Covîd-19 sînordar e.

Li parzemînê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gehişte 3 hezar û 95 kesan.

 Hate diyarkirin ku derdora 40 hezar kes jî baş bûne.