Li dinyayê şewba Covîd-19’ê bandor li ser 2,2 milyon kesan kir. Ev şewb ji bo welatên Efrîkayê jî gefeke mezin e. Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê diyar kir ku wê ev şewb zêde bibe û wê Efrîka nikaribe serî bi vê şewbê derxîne.
Li Sûdana Başûr a ku 12 milyon kes lê dijî bi tenê çar cîhaza bêhnstendinê û 24 ranzayên venêrîna giran hene.
Li Bûrkîna Faso jî 11 cîhaza bêhnstendinê, li Sîerra Leoneyê 12 û li Komara Efrîkaya Navîn jî 3 cîhaz hene.
Ne bi tenê li Efrîkayê li Venezeullayê ya ku 32 milyon kes lê dijîn bi tenê 84 ranzayên venêrîna giran heye.
Li Îngîltereyê 18 hezar cîhazên bêhnstendinê hey. Îtalya û Fransayê bi hezaran cîhazên bêhnstendinê xwestine û 10 hezar ranzayên venêrîna giran li nexweşxaneyan zêde kirin.
Li gorî daneyên Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê li 41 welatên Efrîkayê bi tenê 2 hezar cîhazên bêhstendinê hene û heke Covîd-19 li van welatan belav bibe, wê karesateke gelekî mezin pêk were.