Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihandin, li Efrînê 2 çeteyên dewleta Tirk li Efrînê hatine kuştin, yek jî birîndar bûye.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan li Efrînê çalakiyek bi bandor li dar xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Yek ji komên me 10’ê Nîsana 2019’an bargehek çeteyan li bajarê Efrînê li nêzî çarxeriya Newroz kirin hedef. Di encamê de du çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.”