Li Efrînê çeteyên El-Cebha El-Şamiye çekên xwe difiroşin û ber bi Tirkiyeyê ve direvin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker 500 çete ji korîdora Bab El-Hewa ya li ser sînor anîn û li gorî ku hatiye payîn dê wan tev li şerê li Idlibê bikin.
 
Li gorî çavkaniyên herêmî ji Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku hejmarek ji çeteyên El-Cebha EL-Şamiye çekên xwe firotin û ber bi Tirkiyeyê ve reviyan.
Her wiha çavkaniyekî din ji gundewarên Helebê ji me re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker 500 çete ji korîdora Bab El-Hewa ya di navbera bajarê Reyhanli ya girêdayî wîlayeta Hatay a Tirkiyeyê û El-Etarib a girêdayî parêzgeha Heleb a Sûriyeyê anîn û heta niha jî li wê derê ne. Çavkanî destnîşan kir ku dibe ew çeteyan tev li şerê Idlibê bibin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di nava çeteyên artêşa tirk de tevlihevî û tirseke mezin ji şerê Idlibê heye, her wiha di nava wan de parçebûn û şer heye.