Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundekî navçeya Reco ya Efrînê gundiyekî 52 salî revandin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, çeteyên dewleta Tirk li gundê Badîna welatiyê bi navê Elî Ebdo Şêxo (52) salî revadin û derbarê aqûbeta Ebdo Şêxo de tu agahî nayên standin.
Li gorî Navenda Belgekirina Tawanan, ji destpêka meha Nîsanê û vir ve herî kêm 28 kes hatine revandin.