EFRÎN – Li Efrînê di 7 mehên dawiyê de herî kêm 868 sivîl ji aliyê çeteyan ve dîl hatine girtin û bi hemû cureyên îşkenceyê ya hatine girtin, ya hatine tecawizkirin, ya hatine kuştin, ya jî ji bo bên berdan berdêla wan de fidye hatiye girtin, hinek kes jî aqubeta wan ne diyar e. Jina bi navê Ş.M. ya ku ji aliyê çeteyan ve hat revandin û bi berdêla fidyeyê hat berdan diyar kir ku ew bi ceyranê hatine îşkencekirin û got:”Dema ku ez û hevala min bi ceylanê îşkence kirin em ji ser hişê xwe çûn. Dema ku hişê min hat serê min, min nikaribû bêhn bisitanda. Ez diricifîm. Hevala min jî rewşa wê wekî ya min bû. Ew jî nikaribû biaxiviya.”
Piştî dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn dagir kirin şûnde li Efrînê bi hezaran kes hatin koçberkirin, qetilkirin û îşkenceyên mezin rû bi rû hatin hiştin. Her wiha li Efrînê li Efrînê di 7 mehên dawiyê de herî kêm 868 sivîl ji aliyê çeteyan ve dîl hatine girtin. Jin nav van kesan 139 jê jin in. Kesên ku dîl hatin girtin hemû cureyên îşkenceyê li wan hatin kirin. Gelek kes ji aliyê çeteyan ve hatin tecawizkirin, hinek kes hatin kuştin, hinek aqubeta wan nediyar in û hinek jî di berdêla fidyeyê de hatin berdan. Jina bi navê Ş.M. ya ku ji aliyê çeteyan ve hat revandin û bi berdêla fidyeyê hat berdan diyar kir ku ew bi her cureyên îşkenceyê rû bi rû maye û ew û hevala xwe bi ceyranê hatine îşkencekirin û got:”Çeteyan bi taybet li dijî jinan her cureyên îşkenceyê pêk dianîn. Jin her dihatin çewisandin.”
Her wiha li gor agahiyên herêmî 2 hezar û 350 kes ji aliyê komên çeteyan ve hatine binçavkirin û aqubeta 850 kesî jî ne diyar e.
Li gor hinek agahiyên ku hatine bidestxistin hejmara kesên ku hatine binçavkirin, hatine girtin û yên ku fidye ji wan hatine girtin wiha ne:
Navçeya Şiyê: 76 kes hatine girtin ji wan 2 jin in .
Navçeya Şêrewa: 39 kes hatine girtin ji wan 1 jin e.
Navçeya Bilbilê: 31 kes hatine girtin.
Navçeya Şerayê: 42 kes hatine girtin ji nav wan 1 jin e.
Navçeya Reco: 6 kes hatine girtin.
Navçeya Cindirêsê: 156 kes hatine girtin ji van 4 jin in.
Navçeya Mabetayê: 377 kes hatine girtin ji van 26 jin in.
Navenda Bajarê Efrînê: 37 kes hatine girtin ji van 1 jin e.
Ji nav vana 211 kes di berdêla fidyeyê de serbest hatin berdan. Ji nav vana 7 jê jin in. Ji aliyê çeteyan ve ji van kesan bi tevahî 62 milyon û 350 hezar pereyê Sûriyeyê û 749 hezar dolar hatin girtin.
21 jin ên hatine girtin jî hîn aqubeta wan ne diyar in. 407 mêr ên hatin girtin jî hîn aqubeta wan ne diyar e. Yên ku hatine girtin li Mare, Ezaz, Raî û Efrînê tên girtin. Her wiha li gor agahiyên ku hatine bidestxistin tê gotin ku ji nava vana hinek jê anîne Tirkiyeyê.
Bi ceylanê hatin îşkencekirin
Jina bi navê Ş.M. ku ji bo ewlehiya xwe nexwest ku navê wê eşkere bike got:”Kesên ku rêya wan dirêj hatin girtin ser mala me de ez revandim. Di heman demê de hevala min, diya wê û birayê wê jî revandin. Çavên me girtin û îşkence bi me kirin. Me nedizanî bû ku ew ê me bibin ku derê. Dawiyê çavên me vekirin û me dît ku me anîne Dadgeha Navenda Bajarê Efrînê li wir 18 jin ên din hebûn. Li wan îşkence hatibû kirin. Ji ber îşkenceyê nikaribûn li ser piyan bisekinin. Piştre min û hevala min bi askiyê dardekirin û ceyran dan canê me. Dema ku ez û hevala min bi ceylanê îşkence kirin em ji ser hişê xwe çûn. Dema ku hişê min hat serê min, min nikaribû bêhn bisitanda. Ez diricifîm. Hevala min jî rewşa wê wekî ya min bû. Ew jî nikaribû biaxiviya. Çeteyan bi taybet li dijî jinan her cureyên îşkenceyê pêk dianîn. Jin her dihatin çewisandin.”
‘Li ber çavên me serê zarok hat jêkirin’
Ş.M. anî ziman ku ew bûne şahidê her cureyê îşkenceyê û got:”Li ber çavên me gula li mirovan dibarandin û tedawiya wan kesan nedihatin kirin. Li ber çavên me serê zarokan jî hat jêkirin. Çeteyan me bi mirinê tehdîd dikirin. Her ji pênc deqeyê carekê me dibirin ji bo lêpirsînê. Li mirov nexweş diketin lê nedihatin tedawîkirin. Wekî dojehê bû wir.”
‘Birîna kesên birîndar kurm girtibû’
Ş.M. da zanîn ku li wir çeteyan muameleya dijmirovî li wan dikirin û wiha domand:”Sîvîlên ku li wir birîndar dibûn û nedihatin tedawîkirin birînên wan kurm digirtin. Min bi çavên xwe dît. Li wir mirovatî tune bû. Di bin navê ola îslamê de her cure îşkence dikirin. Ji bo berjewendiya xwe mirov dikuştin, pere ji wan digirtin. Ji bo me serbest berdin pereyekî mezin ji me xwestin. Dema ku me got ewqas pere tune ye îşkence li me kirin. Piştî îşkenceyê gotin çiqas pereyê we hebe bînin. Me 50 hezar pereyê Sûriyeyê da wan û wan û ez wiha xelas bûm.
‘Darên zeytûnan dişewitînin’
Ş.M. herî dawî wiha got:”Li wir bi alîkariya leşkerên tirk zirarek mezin didin xwezayê jî. Piştî ku zeytûnan di nav hev belav dikin şûnde darên zeytûnan dişewitînin.”