Li Efrîn a ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, revandina sivîlan didome. Çeteyan gelek sivîl revandin, ji malbatan fidye dixwazin û lig elek gundan jî xeracê kom dikin.
Hate ragihandin ku koma çeteyan a bi navê Hemzat a dewleta Tirk a dagirker li gundê Şerqiya sivîlê bi navê Fûad Elî revandin û ji malbatê fîdyeyê dixwazin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ji malbata Elî 50 mîlyon lîreyê Sûrî fidye hatiye xwestin.
Fûad Elî beriya niha jî ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin û bi 25 mîlyon lîreyê Sûrî hatibû berdan.
Diyar bû li gundê Şêbilê yê Recoyê jî çeteyan 3 sivîl revandine. Sivîlên hatine revandin Mihemed Ehmed (50), Şûkrî Ehmed (75) û keseke din yê 32 salî ku navê wî nehate zanîn.
Çeteyan Cejna Qurbanê kirine fersend û bi zorê ji gelek kesan xeracê kom dikin, bi taybet li gundên Belê û Kizilbaş ên navçeya Bilbilê ya Efrînê li serê kesekê 200 dolar xerac kom dikin.
Di mehên dawî de pêkanînên dij mirovahî yên dewleta Tirk û çeteyên wê zêde bûn. Bombebaran, bi zorê girtin, êşkence û girtin bûye rojane.
Ji serê meha Tîrmehê ve bi sedan kes hatin revandin. Tenê di 20 rojên meha Tîrmehê de zêdetirî 300 kes hatine revandin.
Efrîn dibin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye. Dewleta Tirk 20’ê Çileya 2018’an êrîşî Efrînê kir û 18’ê Adarê bajêr dagir kir. Ji êrîşên dagirkeriyê heta niha bi awayekî sistematik sûcên şer tê kirin. Her roj malên gel desteser dikin, sivîlan ji bo fîdyeyê direvînin, êşkence û înfaz tê kirin.