Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan (HRW) têkildarî pêla tundiyê ya demên dawî de raporek weşand.

Di raporê de hate diyar kirin ku welatiyên Efrîqaya Başûr bi çek, molotof, kêr û beran êrîşî şifêrên kamyonan û biyaniyan dikin. Li gorî raporê zêdetirî 200 kes mirine û sedan şifêr neçar mane karê xwe biterikînin.

Komelya xwediyên kamyonan ya Efrîqaya Başûr agahî da HRW’ê û diyar kir ku ji meha Adarê ve 75 bûyer çêbûne.

Midûrê HRW yê Efrîqaya Başûr Dewa Mavhînga bang li hikûmeta Efrîqaya Başûr kir ku kujer bila werin darizandin û ev nerazîbûn nîşan da; “Rayedarên Efrîqaya Başûr ne li dijî tundiyê şifêrên kamyonan diparêze û ne jî têkildarî kesên sûc kirine lêpirsîneke ewlehiyê dimeşîne”.