Li bajarê Logar ê Efxanistanê di nav 24 saetên dawîn de zêde şilî bariya. Li gor walîtiya herêmê ji ber lehiya li qismekî bajêr rabûye 9 jê zarok herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest daye, 30 kes jî birîndar bûne.
Cihên avdanê û baxçeyên fêkiyan, bi giştî nêzîkê 5 hezar erdê çandiniyê wêran bûye.
3 hezar mal ji ber lehiyê xera bûne, nêzîkê 2 hezar sewal jî mirine
Li gor daxuyaniya walîtiyê, hêzên ewlehiyê û rêxistinên sivîl ên civakê welatiyên lehî li wan rabûye dibin cihê bi ewlehî.
Berdevkê hikûmetê Bilal Kerîmî got: ‘’Em bang li civaka navneteweyî dikin ku di vê dema krîtîk de bi Efxanan re bin û ji bo alîkariya mexdûrên lehiyê bila tu texsîrê nekin.’’
Servîsên meteorolojiyê, ji bo rojên pêş jî hişyarî li welatiyan kir ku rîska rabûna lehiyê li 21 bajarên welêt heye.
Her sal bi dehan Efxan, di xaniyên li herêmên çolter ên xweş nehatine lêkirin de ji ber şiliyê jiyana xwe ji dest didin.
Ji sala çûyî ku Talîban dîsa desthilatdarî bi dest xistiye heta bi niha alîkarîya ji aliyê civaka navneteweyî ve tê fînansekirin û bernameyên alîkariyê yên karesatan gelek kêm bûne.
Hin welat, jê bi fikar in ku Talîban, alîkariya tê şandin, ji bo berjewendiya xwe û xurtkirina hêzên xwe bi kar biîne.