Hikumeta Efxanîstanê ji ber zêdebûna bûyerên şîdetê li deverên fireh ên welêt qedexeya derketina derwe da destpêkirin. Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundur ê Efxanîstanê de hate gotin, “Ji bo sekinandina şîdeta Talîbanê û sînordarkirina tevgerên wê li 33 vîlayetên welat qedexeya derketina derwe hate ragihandin.”

Hate gotin ku wê ew tedbîr li vîlayetên Kabîl, Pencşîr û Nengrehar pêk neyê. Alîkarê Berdevkê Wezaretê Ehmed  Ziya di hevpeyvîna ku da rojnamevanan de got ku wê qedexeya derketina derve wê di navbera saetên 22:00 û 04:00’an de derbasdar be. Her wiha nehate diyarkirin bê ka heya kengî wê ev biryar were pêkanîn.

Talîban ya ku pêşveçûna xwe didomîne, 8’ê Tîrmehê deriyê ser sînorê Îranê ya Îslam Kale û 14’ê Tîrmehê jî deriyê ser sînorê Pakîstanê ya Spîn Boldak xistibû destê xwe. Talîbanê li vîlayetên Badahşan, Tahar, Gazne, Herat Kandahar û Badgîsê bi êrîşên tund ve zexta xwe zêde kir. Talîban navendên wan jî di nav de zêdetirê 150 navçeyan ji 407 navçeyan xistiye bin destê xwe. Talîban bi xwe dibêje ku hejmara navendên navçeyan yên di bin kontrola wan 256 in.

Li welat 34 vîlayet bi temamî di bin kontrola dewletê de ye.