Bankavanê berê yê muxafazakar Gûîllermo Lasso di hilbijartinên serokkomariyê de yên 11’ê Nîsanê li hemberî hevrikê xwe yê çepgir Andres Araûz bi ser ket.
Lasso di ser zêdeyî 52 ji sedî deng wergirt. Hevrikê wî jî ji sedî 47.49 ê dengan stand. Lasso yê 65 salî ku cara sêyemîn e di hilbijartinên serokkomariyê de dibe namzet, wê bikeve şûna Lenîn Moreno. Wezîfeya Moreno ya çar salan wê meha Gulanê biqede.
Lasso got, “Di 24’ê Gulanê de em ê berpirsyariya guhertina çarenûsa welatê xwe hildin ser milê xwe.”
Hevrikê wî yê çepgir ê 36 salî Araûz têkçûn qebûl kir û got, “Ji ber serketina ku bi dest xist, ez ê wî pîroz bikim.”
Bang li 13.1 milyon hilbijêrî hatibû kirin ku ji bo tûra duyemîn dengê xwe bidin. Tûra destpêkê di 7’ê Sibatê de pêk hatibû û Lasso û Araûz bi ser ketibûn.