NAV-DEM’ê derbarê çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin kirin daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Em êdî qebûl nakin ku şexsekî ku bi milyonan mirov wî ji xwe re lîder dibînin di şertên zindan û tecrîdê de were girtin’’.
‘RAKIRINA TECRÎDÊ WÊ AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ BÎNE’
NAV-DEM’ê got: ‘’Bi rakirina tecrîdê re ya li ser vîna bi milyonan mirov Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li nav hemû gelan û baweriyan aştî û demkrasî çêbibe. Birêz Ocalan vîna bi milyonan e. Nayê qebûlkirin ku vîneke wiha dîl were gritin, bi şertên giran ê tecrîdê bijî û derbarê tenduristiya wî agahî jê neye standin. Hevdîtineke pê re dikare gelek tiştan biguherîne. Ji ber ku bi milyonan mirov li bendê ne bê ka Birêz Ocalan çi difikire û wê çi peyaman bide.
Pergala li Imraliyê ji pergala tecrîdê jî wêdetir e. Bi tecrîda giran dixwazin gelê Kurd ji rêbertiya wî qut bikin. Lê bi van kirinên wiha ti caran nikarin rêberê gel ji me qut bikin.
Em NAV-DEM dibêjin; heta ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd hebe, wê tecrîd li ser gelê Kurd,Tirkiyê û tevahiya Rojhialta Navîn hebe. Di serî de gelê Kurd, hemû gelên li Tirkiyê dijîn û xwedî wijdan baş dizanin ji bo aştî, aramî, demokrasi were vî welatî divê tecrîd rabe.
Heta ku tecrîda li Imraliyê rabe divê têkoşîneke bênavber hebe.’’
TEQWÎMA ÇALAKIYÊ
Agahiyên çalakiyan ên hin bajarên Elmanya ku NAV-DEM’ê dayî wiha ye:
“Dortmûnd:
7-8-11 Tebax, Saet 13:00 ile 20:00. Katarinaplatz
Koln:
7-8-11 Tebax, Saet 12:00- ile 20:00, Ber Dêra Domê
Magdabûrg:
7-8-11 Tebax, Saet 14:00 18:00
Darmstadt:
7-8-9-10 Tebax, stant
Munchen:
8 Tebax, Marienplatz,
9 Tebax, Neuhauser Starasse 8,
10 Tebax Max joseph Platz,
11 Tebax, Karlsplatz Stachus
Frankfûrt:
8-11 Tebax, Saet 17:00 -21:00, Cafe Hauptwache
11. Tebax, Saet 17:00, li ber Frankfurt HBF’yê meş û mîtîng
Mannheim:
8 Tebax, Saet 16:00-18:00, Paradaplatz
9 Tebax, Saet 16:00-18:00, Wassertûrm
10 Tebax, Saet 16:00-18.00, Pêş HBF’yê, Mannheim