Bi armanca bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bîelefeld ê Elmanya û bajarê Lyon ê Fransa xwepêşandanên protestoyî hatin kirin. Li bajarê Frîboûrgê jî greva birçîbûnê destpê kir.
BÎELEFELD
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a bajarê Bîelefeld a Elmanyayê ji bo şikandian tecrîda li ser Ocalan çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de gelê Kurd, Tirk, Asûrî-Sûryan hatin ba hev peyama piştgiriyê dan berxwedana Leya Guven û daxwaza bidawîkirina tecrîdê kirin.
LYON
Li bajarê Lyon ê Fransayê jî bi pêşengtiya Komeleya Çanda Mezopotamya li gara trenê ji bo Ocalan çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Tecrîdê bişkênin, faşîzmê hilweşînin’ hate vekirin û belavokên bal dikişîne ser grevên birçîbûnê hatin belavkirin.
FREÎBÛRG
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê jî kkomek 4 jê jin bi giştî 8 kes dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin. Bavê du gerîlayên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûye Elî Akan jî tevlî grevê bûye. Akan bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û diyar kir ku ji bo piştgirî bidin Leyla Guven û çalakvanên din wan jî dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kiriye. Akan got: “Em Kurdistanî heta tecrîd bi dawî bibin wê çalakiyên me bidomin.”