Li bajarên Freîbûrg, Essen, Bonn ên Elmanyayê û li bajarên Orebro û Karlstad ên Swêdê rojbûna Rêbreê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.
FREÎBÛRG: Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, rojbûna 72’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Nûda hate pîrozkirin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku roj roja şikandina tecrîdê ye û hate got, “Ji bo azadiya Rêberê xwe divê em her cihî bikin qada çalakiyan.”
ESSEN: Li bajarê Essenê jî Meclîsa Berîvan Şengal û Enstîtuya Kurd serdana kampa penaberan a li Wûppertalê kirin. Piştî axaftina siyasetmedara Kurd Aysel Dogan a li serdanê, sohbet bi kesên li kampê re hate kirin. Bi navê Enstîtuya Kurd pirtûka Kurdî ya li ser jiyana Şehîd Binevş Agal (Bêrîvan) li jinan hate belavkirin.
BONN: Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bonnê yê Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate gotin, “Rojbûna Rêbertî rojbûna jiyaneke azad a gelekî ye.” Di çalakiyê de stran hatin gotin, govend hate gerandin.
OREBRO: Rojbûna Abdullah Ocalan li bajarê Orebro yê Swêdê hate pîrozkirin. Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê, Suryanî û Swêdî jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de hate ragihandin ku Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn hêvî da mirovahiyê û hate gotin, “Bû hêviya Suryan, Ermen, Kurd, Ereb û çandan hemûyan.” Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
KARLSTAD: Li bajarê Karlstad ê Swêdê jî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” hatin qîrîn.

