Di serî de li Hambûrg, Berlîn û Bremenê, li gelek herêmên bakur û rojhilatê welat ji ber bahozê seferên trenê yên dûr û dirêj bi rengekî qismî rawestiyan.

Ji roja Yekşemê ve ji ber ku darên li ser rêya hesin a trenê ketine astengî berdewam kir.

Servîsên meteorolojiyê diyar kirin ku wê bi roj bayê xurt li van herêman bidome, ji bo başûrê Almanyayê jî hişyarî hat dayîn.

Li Beelîtz a li nêzî Berlînê ji ber hêza bayê panoya hilbijartinê şkest û li zilamekî 58 salî ket ku di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li Bremenê jî dar bi ser kesekê ku di rê de derbas dibû de ket, bi giranî birîndar bû.

Li bakurê rojhilatê Mecklenbûrg-Vorpommern, ajokarê motosîkletê ji ber ku li dareke ketî qelibî bi giranî birîndar bû.

Tîmên îtfaiyê li Berlînê ji niştecîhan xwestin ku li malên xwe bimînin.

Sûka navdar a masiyan a bi qasê Elbeyê ya li Hambûrgê di bin avê de ma. Seferên trenê yên di navbera Hambûrg û Bînzê ya dikeve peravên Deryaya Baltîkê de bi tevahî rawestiyan.