Li gorî polîsên Elman, piştî ku siyasetmedarek ji aliyê sempatîzanekî Neonazî ve hate kuştin, gefa kuştinê li du şaredaran hate xwarin.

Hate ragihandin, şaredarên ku gefa kuştinê li wan hatiye xwarin Şaredara Kolnê Henriette Reker û Şaredarê bajarê Altena yê eyaleta NRW Andreas Hollstein e. Li dijî her du şaredaran beriya niha bi kêran êrîş hatibû kirin ku sedema wê jî polîtîk bû.

ÊRÎŞÊN BI KÊRAN

Der barê gefa kuştinê de lêpirsînê dest pê kir. Henriette Reker Cotmeha 2015’an bû hedefa êrîşa bi kêran a sempatîzanekî nîjadperest ê li dijî hatine penaberan derdiket û ji ber êrîşê bi giranî birîndar bûbû. Reker ji wê demê ve ji aliyê polîsan ve tê parastin.

Şaredarê Altenayê ku bajarekî mûxafazakar e û nifûsa xwe 17 hezar e Andreas Hollstein jî dawiya sala 2017’an bi şens ji êrîşa bi kêrê rizgar bûbû. Bajar, dema ku Hollstein şaredar bû di mijara entegrasyona koçberan de weke ‘bajarê model’ dihate pêşkêşkirin.