Kurdistanî û dostên wan li Elmanya bajarên Frankfûrt, Kîel û Aachenê, daketin qadan û êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin

Kurdistaniyên li Frankfûrt, Maînz, Gîessen, Hanaû, Offenbach, Darmstadtê û derdora van bajaran jî, bi meş mitingan êrîşên artêşa Tirk şermezar kirin.

Li Yewnanîstanê payîtext Atîna jî, êrîşên li ser Rojava li ber Balyozxaneya Tirkiyê hatin şermezar kirin.

Kurdistanî û dostên wan, li ser banga KCDK-E, li ber Balyozxaneya Tirkiyê çalakî kirin. Lê polîsên Yewnanşîstanê êrîşî girse kirin. Girse pêça xwe neda polîsan û ber bi Akademiya li navenda bajêr meşiyan.

Girseya qerebalix, li ber avaniya Akademiyê miting kir û siyasetmedarê Kurd Hasan Huseyîn Ebem axaftinek kir.

Ebem, bertek nîşanî êrîşa polîsan da û got; Êrîşa polîsan, ji bo ku dilê Erodganê faşîst xweş bikin hate kirin. Li gel hemû êrîşan, em ê çalakiyên wê bidomînin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dazî bû.