Li Elmanyayê bang li 60 milyon kesî hatibû kirin ku bila biçin di hilbijartinê de dengê xwe bidin. Ji sala 2005’an û vir ve Angel Merkel serokwezîr bû û bi hilbijartina îro re serdemeke nû dest pê kir.

Li gorî encamên dawîn ên ZDF’ê CDÛ û CSÛ li gorî hilbijartina sala 2017’an ji sedî 8,3 dengê xwe kêm kirine û rêjeya dengê wan bûye ji sedî 24,5. Partiya Demokratên Sosyal (SPD) a ku Olaf Scholz ji bo serokwezîrtiyê nîşan dabû jî dengê xwe ji sedî 5 zêde kir û rêjeya dengê wan bû 25,9. Di hilbijartinê de SPD bû yekemîn.

Dengê Partiya Keskan ji sedî 14,1 e û FDP jî dengê wê ji sedî 11,7 e. Partiya nîjadperest û populîst a Elmanyayê AfD jî li gorî sala 2017’an dengê xwe ji sedî 2 kêm kiriye û rêjeya dengê wê bûye 10,7.

Partiya Çepgir jî dengê xwe ji sedî 4,2 kêm kir û rêjeya dengê wê bû ji sedî 5. Li gorî hinek çavdêrên siyasî wê Partiya Çepgir nikaribe benda ji sedî 5’an derbas bike û bi tenê bi parlementerên ku hatine hilbijartin wê li Meclîsa Federal were temsîlkirin.

Laschet û Merkel’ê di kampanyaya hilbijartinê ya CDÛ’yê de digotin “Divê em welat teslîmî komunîstan nekin’ û Partiya Çepgir dikirin hedef.

Laschet piştî eşkerebûna encamên pêşîn li Berlînê li navenda giştî ya partiya xwe axivî û got “Me nehişt ku di hikumetê de Partiya Çepgir cih bigire.” Hejmara kursiyên SPD, Partiya Keskan û Partiya Çepgir têra avakirina hikumetê nake.

Heke encam wisa be dibe ku SPD ji dêvila bi CDÛ/CSÛ’yê re koalîsyona mezin a hikumetê ava bike, dibe ku bi Partiya Keskan û FDP’ê re rûnê ji bo avakirina hikumetê dest bi hevdîtinan bike.

Rêveberên FDP’ê peyam dan ku ew dikarin bi SPD’ê re ji bo avakirina hikumetê rûnên.