Li Endonezya û Tîmor a Rojhilat, ji ber barana zêde lehî rabû. Hate ragihandin ku zêdeyî 70 kesî ji ber vê karesatê jiyana xwe ji dest dane.
Karesata lehiyê li girava Floresê ya Endonezyayê û giravên Tîmor a Rojhilat bû sedema kaosê.
Li gorî rayedarên xwecihî, li her du welatan ji ber lehiyê û şemitîna erdê zêdeyî 70 kesî jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes jî winda bûne.
Berdevkê Ajansa Rêveberiya Afetên Xwezayî ya Endonezyayê Radîtya Jatî got, “55 kes mirin, lê bîlanço diguhere. Hîn jî 42 kes winda ne.”
Rayedarên ji Tîmor a Rojhilat jî diyar kirin ku herî kêm 16 kes mirine.
Ji ber baran û lehiyê bi hezaran xanî di nava avê de man.
Li Endonezyayê ku ji giravan pêk tê lehî û şemitîna erdê timî diqewime.
Hawirdorparêz nerazîbûnê nîşan didin ku birîna daran dibe sedema felaketên bi vî rengî.
Meha Çileyê li bajarê Sûmedangê yê li rojavayê girava Cavayê ji ber felaketa lehiyê 40 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.