Erdhej bi himeta 6.9 bû. Erdhejê gelek ziyan da. Li gorî daxuyaniyên rayedaran heta niha 164 kes mirin û 156 hezar ji cihê xwe bûn. Rayedar dibêjin kesên ku mirine dibe ku zêdetir bibin.

Di erdhejê de ziyan gihaşte bi hezaran malî. Piştî erdhejê û erdhejên peyrew gundî ji tirsa xaniyên xwe derketine, li ber germa zêde, li ber rê an jî zeviyên birincan di bin kolikan de dijîn.