Piştî erdheja li giravên Malûkû gelek erdhejên biçûk jî çêbûn.
Berdevkê Ajansa Rêveberiya Karesatan Agûs Wîbowo diyar kir ku di erdhejê de 20 kes mirine û herî kêm 100 kes jî birîndar bûne.
Erdheja Malûkû şîdeta wê 6,5 bû û saet di 08.46’an de pêk hat.
Endonezyayê 17 hezar girav û giravok hene. Ev welat li ser plakayên tektonîk e û li van giravan nêzî 100 volkan hene.
Di 28’ê Îlona 2018’an de erdhejek çêbûbû û herî kêm 2073 kes miribûn. 5 hezar kes hê jî winda ne.
Di sala 2004’an de jî li nêzî Girava Sûmatra tsûnamî pêk hatibû û herî kêm 220 hezar kes miribûn. Ji nav van 220 hezaran, 168 hezar kes li Endonezyayê miribûn.