Li Endonezyayê li rojhilatê greva Cava li Semeru, roja Înê li gorî saetên herîmî di saet 15.00’an de teqîna volkanî çêbû. Li gorî agahiyên Rêveberiya Karesatê 13 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne. Komên rizgarkirinê yên hatin herêmê dest bi xebata xelaskirina mirovan kir. Hate zanîn ku 10 kesên ku asê mane hatine rizgarkirin.
Rayedarên herêmê dibêjin, herî kêm 57 kes birîndarin û ji vana 41 kes jî di laşê wan de şewat çêbûye. Piştî teqînê nîştecihê herêmê malên xwe terikandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Semeru teqîn herî dawî di sala 2020’an de pêkhati bû û hezaran kesî ji ber teqînê herêm terikandî bû.