Hemleya Bagera Cizîrê ku Hêzên Suriye ya Demokratîk (QSD), ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê daye destpêkirin Dêrazorê berdewam e. Di roja 44’emîn a Qonaxa“Şerê Tinekirina Terorê” de şerên giran rû didin.

Li eniya Hecînê, çeteyên DAIŞ’ê di seatên êvarê de ji gelek aliyan ve bi erebeyên bombekirî û çekên giran hewildan êrîşî çeperên şervanên QSD’ê bikin. Li gelek aliyan êrîşên çeteyan hatin şikandin û li hinek herêman jî şer bi giranî berdewam e. Hat diyarkirin ku di şer de gelek çete hatine kuştin.

Şervanên QSD’ê ev 3 rojin li bajaroka  El-Sûsê li dijî çeteyan operasyon daye destpêkirin, piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li gelek nuqteyan êrîş pêk anîbûn. Çeteyên DAIŞ’ê xwestin ji bahoza tozê sud bigrin û êrîşî şervanan dikin. Di navbera şervanên QSD û çeteyan de şerekî dijwar diqewime.

Ji aliyeke din ve Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê eşkere kir ku di encama şerên 24 saetên dawî di Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê de, 51 terorîst  hatin kuştin.