Wezareta Karên Hundir diyar kir, ji wesayitekê gule li benda kontrolê hatiye reşandin. Hate ragihandin, êrîş li ser rêya Bûrayda-Tarfiye ya li herêma El Kasimê rû da û endamekî hêzên ewlekariyê, welatiyekî Bangladeşê û 2 êrîşkar mirin. Wezaretê diyar kir, êrîşkarek jî birîndar bû.

Roja 20’ê Nîsanê jî êrîş li bendeke kontrolê ya li wîlayeta Asir a li başûrê rojava yê welêt hatibû kirin û 4 polîsên Siûdî miribûn.

Ji êrîşên çekdarî yên salên dawî, çeteyên El Qaîde û DAÎŞ’ê berpirsyar tên dîtin.