Hate ragihandin ku li bakur rojhilatê paytexta Erebistana Siûdî Riyadê li dijî qereqolekî polîsan êrîşek pêk hat û di êrîşê de 4 êrîşkar hatine kuştin.
Li gorî qenala televîzyona El Arabiya li bajarê Zulfî biçûk ê 250 kîlometre dikeve bakur rojhilatê Riyadê li dijî qereqola polîsan êrîşek pêk hat.
Hate îdîakirin ku êrîş bi ser neketiye. Televîzyona Siûdî ragihand ku 4 kesên beşdarî êrîşê bûne, hatine kuştin.
Li gorî El Arabiyayê kesên êrîş pêk anîne li gel wan çek, bombe û molotof hebûn.
Sala derbasbûyî li rojavayê welat du êrîş pêk hatibûn û di êrîşan de polîsek û welatiyekî Bangladeşê hatibûn kuştin.