ERZIROM – Li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa H a Erziromê, girtî kirin odeyên yek kesî. Li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa H a Erziromê, girtiyên siyasî ji qawîşên wan derxistin û kirin odeyên yek kesî. Semra Gumuşlu bi telefonê, hevdîtin bi hevjînê xwe Yaşar Gumuşlu yê li girtîgehê dimîne re axivî û diyar kir ku di hevdîtina telefonê ya 12’ê Adarê de, hevjînê wê jêre gotiye ew kirine odeya yek kesî.  Gumuşlu, da zanîn ku derbarê rewşa hevjînê xwe yê 2 salin girtiye de, li Midûriyeta Girtîgehê deriyane û wiha got: “Rayedarên girtîgehê ji me re gotin ‘Em wisan guncawa dît, niha dê wisan be. Ev qawîşeke. Em wisan guncaw dît. Dê tenê bimînin.’ Hevalên hev ên qawîşê, agahiya wan ji hev tuneye. Kes nizane kê di greva birçîbûnê deye û çi bi serê hevalên wan hatine. Ji hevdû agahî nagirin. Gelo armanca van çiye? Çima kirin odeyên yek kesî?”  ‘DI ODEYA AV LÊ TUNEYE, BI TENA SERÊ XWE LÊ DIMÎNE’ Gumuşlu, da zanîn ku di odeyên girtiyan de televîzyon tuneye û wiha bilêv kir: “Rojnameyan jî nadin girtiyan. Li odeyan av jî tuneye. Em van mûameleyên keyfî qebûl nakin. Niha hevjînê min nizane hevalên wî di kîjan rewşê dene. Agahiyê ji hev nagirin. Tenê ne hevjînê min kirine odey, hemû girtiyên din jî kirine odeyên yek kesî.”  Derbarê bûyerê de me bi telefonê li Midûriyeta Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa H a Erziromê geriya, lê diyar kirin ku ewê agahî nedin.  Parve bike: