Li bajarê Essen ê Elmanyayê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Xwepêşandanên protestoyî yên li dijî desteserkirina şaredariyan a ji aliyê AKP/MHP’ê ve li Ewropayê dewam dike.

Li bajarê Essen ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Bêrîvan Şengalî ve qeyûm bi mîtîngekê hate protestokirin.

Mîtîng piştî axaftin û belavkirina belavokan û şûnde bi dawî bû.