Li bajarên Esslingen, Peine û Dusseldorfê yên Elmanyayê FCK, FED-DEM’ê, NCDK û li bajarê Arnhem ê Hollandayê jî NCDK’ê kongreya xwe li dar xistin.

Kongreyên saziyên sîwanî û xwecihî yên Kurdistaniyên li Ewropayê didomin. Li Elmanyayê li bajarê Esslingenê Federasyona Civakên Kurdistanê (FCK), li Peineyê FED-DEM’ê, li Dusseldorfê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û li bajarê Arnhem ê Hollandayê NCDK’ê kongreyên xwe pêk anîn.

1. KONGREYA ASAYÎ YA FCK’Ê

Federasyona Civakên Kurdistanê (FCK), bi beşdariya 12 meclîsên Bodensee, Freiburg, Lahr, Pforsheim, Heilbronn, Suttgart, Reutlingen, Boblingen, Esslingen, Ludwigsburg, Munchen û 4 komunên Weisenburg, Gopingen, Karlsruhe û Heildenheimê 1’emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. Kongre NCDK a bajarê Esslingen ê Elmanyayê pêk hat.

Di kongreyê de rewşa siyasî hate nirxandin û berxwedêrên greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Ocalan li ber xwe didin, hatin silavkirin.

Parlamentera Die Linke Gokay Akbûlût û nûnerê Partiya Marksîst Lenînîst a Elman (MLPD) tevlî kongreyê bûn û axivîn.

Nûnerê MLPD’ê nerazîbûn nîşanî qedexeya li ser PKK’ê da, her wiha bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û berxwedana Kurdan silav kir.

Piştî xwendina peyamên gelek saziyan, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ku ji 17’ê Kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê beşdarî kongreyê bû.

Piştî axaftina Parlamentera Die Linke Gokay Akbûlût, kongre bi rojeva xwe dewam kir.

Di dawiyê de jî hilbijartin hate kirin û rêveberiya ji 11 kesan hate hilbijartin.

FED-DEM’Ê KONGREYA XWE YA DAMEZRANDINÊ PÊK ANÎ

Federasyona Civaka Kurdistaniyên li Niedersachsen, Hamburg, Bremen û derdora wê (FED-DEM) kongreya xwe ya damezrandinê li bajarê Peine yê Elmanyayê li salona komeleya Kurdistaniyan bi beşdariya 188 delegeyan pêk anî.

Ji bajarên Hildesheim, Salzgitter, Verden, Bremerhaven, Nienburg, Kiel, Celle, Hameln, Bremen, Oldenburg, Hamburg, Walsrode, Hannover, Gifhorn, Wolfsburg, Braunschweig, Kassel, Celle û Lehrteyê delege beşdarî kongreyê bûn.

Hevşaredarê berê yê Depê Bûrhan Kocaman û siyasetmedara Kurd Parlamentera berê ya HDP’ê Leyla Bîrlîk li kongreyê axivîn.

Piştî axaftinan, rêziknameya federasyonê hate xwendin û nîqaşkirin.

Federasyona Civaka Êzidî (NAV-YÊK), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), KOMAW, PYD û YJK-E’yê mesaj şandin.

Piştî axaftina dayika şehîd Binevş Adesa (Zeynep Bozkûrt) Dayê Îdê Bozkûrt kongre bi dawî bû.

DUSSELDORF

NCDK a Dusseldorfê jî kongreya xwe ya 6’emîn a asayî pêk anî. Di kongreyê de ku gelek kesên li Dusseldorf û bajarên derdorê tevlî bûn, berxwedana grevên birçîbûnê hate silavkirin.

Parlamenterê Serdema 26’an ê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan tevlî kongreyê bû û pêvajoya siyasî nirxand.

Kongre piştî nirxandina karên dema bihurî û amadekirina plansaziya dema bê, bi hilbijartinê qediya.

ARNHEM

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê NCDK’ê kongreya xwe ya salane pêk anî.

Hevserokê DEMNED’ê Engîn Yûrtsever li kongreyê rewşa siyasî nirxand. Piştre jî karê salekê hate nirxandin û endamên nû yên meclîsê hatin hilbijartin.