Kurdistaniyên li bajarê Marsîlyayê ya Fransayê û derdora wê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. Bi sedan kes li Qada Canebîereyê li hev kom bûn û bi alayên YPG, YPJ û PKK’ê û bi alayên Ocalan dest bi meşê kirin.
Di meşê de pankartên ‘Ji bo jiyaneke azad em li dora berxwedana Kobanê bibin yek’ û ‘Bila tecrîda li ser Ocalan were bidawîkirin’hate vekirin. Di meşê de sloganên ‘Tirkiye kujer e, Ewrûpa jî şirîk e’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana Kobanê’ hate berzkirin.
Di meşê de belavok hatin belavkirin û piştre li qada Vîeûx Portê mîtîngek hate lidarxistin.
Li ser navê Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re Annîck Samoîelîan axivî û got ku, “YPG û YPJ ên ku duh qehreman dihatin dîtin, dewleta Tirk êrîşî wê dikin. Li hemberî van êrîşan Fransa bêdeng dimîne.”
Li ser navê Partiya Komunîst a Marsîlyayê Josîan Dûrrîeûx jî got ku, “Erdogan êrîşî Kurdên li Rojava dike yên ku di çavên cîhanê de qehreman in. Fransa û hin welatên Ewrûpayê vî cesaretî didin wî. Bi ser de Macron Erdogan vedixwîne Fransayê. Ev nayê qebûlkirin.”
Li ser navê NCDK a Marsîlyayê Yakûp Domî jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga xwedîlêderketina Ocalan û Rojava kir.