Çalakî li paytexta Danîmarka Kopenhag û li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê pêk hatin.

Parlementerê Parlementoya Ewrûpayê Nîkolaj Villumsen jî teclî çalakiya Kopenhagê bû.

Villumsen di çalakiyê de axivî û got:

“Em piştgirê didin doza azadiya Kurd.

Erdogan di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de bi temamî winda kir.

Em dagirkirina Şaredariya Colemerêgê qebûl nakin.”

Çalakgeran jî bang li kurd û kurdistaniyan kirin gotin;

Hişêxwe binen serê xwe çi dibe bila bibe, divê em şaredariya xwe ji dagirkeran re nehêlin.

Çalakgerên li bajarê Solothûrn jî, li qana stasyona navendî hatin cem hev.

Li ser navê girseyê Emrah Bîngul axivî dagirkirina şaredariyê şermezar kir û got,

3 serdeme vîna gelê Kurd tune tê hesibandin.

Emrah Bîngul qala berxwedana Colemêrgê jî kir û got;

Encam çi dibe bila bibe gelê Kurd li dijî vê zilmê li ber xwe bide.

Her wiha ji bo meşa ku wê roja Şemiyê li bajarê Zurîhê pêk were, banga tevlîbûnê hat kirin.