Li gorî Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê li navçeya Faryabê ya eyaleta Kirmanê ya Îranê saet di 19.34’an de bi pîleya 4,9 erd hejiya.
Hate diyarkirin ku erdhej di binê erdê 21 kîlometre de pêk hatiye û daxuyanî nehate dayîn ka tiştek bi kesî hatiye yan na.