Bahoza tropîkal a bi navê Kompasû li girava Lûzonê da. Ev girava herî mezin a Fîlîpînê ye. Ji ber bahozê erd heziya û lehî rabû.

Rayedaran diyar kirin herî kêm 9 kes mirine û 11 kes jî winda ne.

Kompasûyê piştre berê xwe da Behra Çînê ya Başûr.

Her sal nêzî 20 bahoz li Fîlîpînê didin. Ev bahoz xisareke mezin didin erdan û binesaziyê û hejariya bi milyonan kesan zêdetir dike.