Ji ber bahoza Megî li gelek herêman hezazê û lehiyê rû da. Li gorî bîlançoya fermî hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 58 kesî. Hate ragihandin ku piraniya qurbaniyan li bajarê Baybay ê eyaleta Leyteyê jiyana xwe ji dest dan. Gelek gund jî di nava heriyê de man.

Karên lêgerîn û rizgarkirinê ku nîvê şevê rawestiyan sibeha Çarşemê ji nû ve destpê kirin.

Li gorî rayedarên xwecihî li gundê Pîlarê gelek mal ji ber hezazê ketin nava deryayê. Li vî gundê ku nêzî 400 kes lê ne, herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.